Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku di Şoreşa Rojava de jinan di pêşengtiya şoreşê û pêşxistina civakê de roleke girîng lîstin û: ”Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina azadiyê divê em bi hev re bixebitin û dest bidin hev.”
Jinan di şoreşa Rojava de di hemû qadan bi rol û mîsyona xwe rabûn.
Jinan bi berxwedan û destkeftiyên xwe yên di her qadê de mohra xwe li dîrokê dan.
Endama Koordînasyona Star Şîraz Hemo diyar kir ku pêşketina jinan a heta roja îro bê têkoşîn û berxwedan nebûye.
Şîraz Hemo da zanîn ku jin di hemû civakan de ji bo azadiyê têdikoşin û wiha dewam kir:
“Di dîrokê de jinan ji bo wekheviya zayendî pêk bînin, rêxistin û tevgerên jinan ava kirine.
Her jinek di rêya azadiya jinê de qonaxek an jî xaleke veguherînê temsîl dikir.
Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo avakirina bingeheke saxlem ji bo azadiya jinê têdikoşe.
Di Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de jinan di pêşengtiya şoreşê û pêşxistina civakê de roleke girîng lîstin û di azadiya jinê de cih girtin.”
Şîraz Hemo: Bi rêxistinbûnê em ê xwe bighînin hemû jinan
Şîraz Hemo destnîşan kir ku beriya Şoreşa Rojava jinan nedikarî rola xwe di warê temsîlkirina mafên jinan de pêk bînin û wiha anî ziman:
”Piştî şoreşê jinan di serî de siyaset di her qadê de hebûna xwe nîşan da.
Jinan li dijî çeteyên herî xeternak ên cîhanê yên weke DAIŞ’ê şer kirin.
Di qada siyasî de jî jinan bi Sîstema Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê meşandin,roleke pêşeng lîstin.
Jinan hêza hebûna xwe di navendên biryargirtinê de nîşan dan.”
Şîraz hemo ragihand ku jin di çareserkirina aloziya Sûriyê de xwedî roleke girîng in û wiha dawî li axaftina xwe anî:
”Bi rêxistinbûna xwe û xebatên herêmî û navneteweyî em ê xwe bigihînin hemû jinan.
Jin îradeya civakê temsîl dike, kî nûnertiya civakê dike hedefa hêzên ku li dijî mafên jinan û civakê ne.
Lewma ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina azadiyê divê em bi hev re bixebitin û dest bidin hev.”



