Li herêmên dagirkirîn nerazîbûnên li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin.
Xelkên li wê herêmê kiryar û siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin.
Şêniyên Ezaz û Babê li hev kir ku li şûna qaşo “Îtîlafa Sûriyî” ya dewleta Tirk avakirî, “Desteya Bilind” ava bikin.
Di serî de, Idlib, Ezaz û Babê li tevahî herêmên Sûrî yên dewleta Tirk ew dagirkirî, hêrsa li dijî rejîma Enqerê heye.
Piştî gelên li van herêman rastiya bazara li ser wan tê maşandin dîtin, vê carê helwesta xwe bi xwepêşandanan nîşan dan.
Êdî gelê herêmên navoborî dixwazin di zutirîn demê de artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûrî derkevin
Di vê çarçoveyê de, xelkên bajarê Ezaz û Babû gotin, li dijî dezgehên rejîma Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe avakirî, wê saziyên xwe ava bikin.
Ev yek di daxuyaniya li ser medya dijîtal belavkirîn de hate gotin.
Di daxuyaniyê de “Îtîlafa Sûrî” ya li gorî berjewendiyên dewleat Tirk tev digere hate redkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şêniyên her du bajaran li hev kirine ku “desteyeke bilind” di 3 mehan de ava bikin.
Bi vê yekê re hate gotin, ew dixwazin şoreşê li xeta wê ya siyasî, civakî û xizmetguzarî ya rast vegerînin.
Bi vê peyamê re jî careke din hate nîşandan ku rejîma Enqerê çawa daxwaza şoreşa gelê Sûrî ji bo berjenwendiyên xwe kar aniye.
Li gorî daxuyaniyê,
“Deste; hêzeke siyasî ye, ji bo were naskirin, peywendiyên wê bi navendên biryara navneteweyî re hene.”
Li van herêmên em lê ne, xwe bi xwe rêveberiya xwe pêk bînin.”


