Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li girtîgeha Marmarayê serdana girtiyan kirin.
Piştî hevdîtinê hevserokan diyar kirin ku biryarên doza Geziyê û Kobanê ji hev ne-qute û gotin: “Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên sepandin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan li girtîgeha Marmarayê bûn.
Hevserokan serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya, girtiyên doza Geziyê Osman Kavala, Tayfûn Kahraman, Can Atalay û Selçûk Kozagaçli kirin.
Hatîmogûllari û Bakirhan piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan.
Hatîmogûllari: Çalakî û doza geziyê wîjdanê civaka Tirkiyê bû
Tulay Hatimogûllari destnîşan kir ku çalakî û doza Geziyê wîjdanê civaka Tirkiyê bû û wiha got:
“Bi milyonan kes beşdarî berxwedana Geziyê bûn.
Dixwazin heyfa berxwedana Geziyê ji girtiyên li Silîvriyê û li girtîgehên din tên ragirtin, bigirin.”
Hatîmogûllari: Biryarên doza geziyê û Kobanê ji hev nequt in
Hatimogûllari cezayên neqanûnî yên li ser Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bibîrxist û diyar kir ku biryarên doza Geziyê û Kobanê ji hev ne-qut in.
Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME bên sepandin
Hatimogûllari diyar kirin ku doza Geziyê û Kobanê dozên şerma daraza Tirkiyê ne û got:
“Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên pêkanîn.”
Bakirhan: Divê li Tirkiyê darazeke demokratîk bê avakirin
Hevserokê Giştî Bakirhan jî anîziman ku têkoşîna Geziyê îtîraza li dijî şaşî, qirkirina xwezayê, bêheqî û edaletê ye.
Bakirhan diyar kir ku divê girtiyên doza Gezî û Kobanê werin berdan û wiha got:
“Dadgeha Destûra Bingehîn ev du car e biryar Dadgeha Bilind daye betal dike.
Ev yek nîşan dide ku li Tirkiyê demokrasî nîn e.
Divê demildest desthilat jî ji encamên derketine holê dersa xwe bigire û darazaekî demokratîk ava bike.”



