Reutersê ragihand ku 5 leşkerên amerîkî li Iraqê birîndar bûn.
Amerîka jî Îran di ber vê yekê de berpirsiyar dibîne û hişyariya rageşiyeke xeternak dide.
Baregeha Eyn El-Esed a hêzên amerîkî li Iraqê, bi mûşekan hat amranckirin.
Ajansa Reutersê eşkere kir ku di encama êrişê de, herî kêm 5 leşkerên amerîkî birîndar bûne û birîna yekî ji wan gelekî giran e.
Pentagon: Êrişa çekdarên Îranê li dij hêzên me rageşiyeke xeternak e
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pnetagonê bêyî encama êrişê diyar bike, çekdarên girêdayî Îranê tawanbar kir û hişyarî da ku ev rageşiyeke xeternak e.
“Wezîrê Parastinê Lloyd Austin û hempîşeyê wî yê Israîlê bi pêwendiyeke telefonê li hev kir ku êrişa milîsên Îranê li dijî hêzên amerîkî, rageşiyeke xeternak e û ev jî nîşan dide ku Îran aramiyê têk dibe”
Li gor Reutersê, vê gavê berpirsên amerîkî encaman lêkolîn dikin da ku bighêjin encamê.
Ev êriş hevdemî tevlîheviya di navbera Îran û Israîlê de pêk tê.
Vê gavê Rojhilata Navîn li benda bersiveke Îran û Hizbullahê ya li dijî Israîlê ye.
Nexasim piştî kuştina serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye û fermandarekî Hizbullahê Fûad Şikir, hişyariya şerekî herêmî yê mezin tê dayîn.
Di vê çarçoveyê de, Amerîkayê ragihand ku ew hêzên xwe li Rojhilata Navîn zêde dike da ku karibe bergiriyê di ber hêzên xwe de bike.
Lewra, birîndarbûna leşkerên amerîkî di wexteke wiha de, dibe ku derî li ber tevlîheviyeke din veke.



