Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kirine, 500 hezar darên zeytûnan û zêdetirî 21 milyon darên din birîne.
Ji dema ku dagirkeriya Tirk Efrînê dagir kiriya bi hezaran şêniyên wê ji warên xwe koçber bûn û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin.
Şêniyên ji bajêr derneketine, di şert û mercên dijwar de dijîn û rûbirûyî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dimînin.
Dagirkeran li wir dizî, talan, kuştin û gelek sûcên din dikin.
Ne tenê mirov, her wiha xweza jî wêran kirine.
Çeteyan agir bi sedan darên zeytûnan û daristanên xistin.
Herî dawî jî ji ber wan şewatan, 2 hezar û 550 dar li gundê Bilîlko yê bajarê Reco yê Efrînê şewitîn.


