Xwepêşandanên li Bangladeşê bi tundî didomin.
Wezîfedarên tenduristiyê û polîsan ragihandin ku roja Duşemê di pevçûnên tund de herî kêm 109 kes mirin.
Her wiha roja Duşemê Serokwezîr jî îstîfa kir û reviya derveyî welêt.
Li aliyê din xwendekar dixwazin xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunus bi demkî were ser hikûmetê.
Ji meha Tîrmehê ve protestoyên li dijî kotayên wergirtina kar, didomin.
Di van protestoyan de bi giştî hejmara miriyan derket 409’an.
Lîderê tevgera sereke ya li pişt protestoyên li Bangladeşê, roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku xwendekar dixwazin xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunus bi demkî were ser hikûmetê.
Tê payîn ku serdarê artêşa Bangladeşê General Waker-Uz-Zaman di saetên pêşiya me de bi lîderên xwenkarên xwepêşandêr re bicive.
Doktor Yunus ê 84 salî, bi vê taybetmendiya xwe tê naskirin ku bi rêya bankaya mîkrofînans bi milyonan mirov ji xizaniyê rizgar kirinye.
Doktor Yunus pêşengê bankaya mîkrofînans e.
Bang li xelatgirê nobelê hate kirin ku bibe serokwezîr
Xelatgirê nobelê yê Bangladeşî, niha li Ewropayê ye.
Yek ji alîkarên wî yên nêz, roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku Doktor Yûnûs ji bo serokatiya demkî ya hikûmetê bike, ti pêşniyar ji artêşê wernegirtine.
Serokwezîra Bangladeşê piştî desthilatdariya 15 salan û protestoyên mehekî, roja Duşemê bi helîkopterê reviya.
Her wiha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û banga “Tundiya giran a li Bangladeşê bila bê rawestandin” kir.
Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de fikarên li ser hewldanên tevgera ciwanên partiya desthilatdar a li hemberî çalakgeran hate parvekirin.
Hikumetê bi navê misogerkirina pergalê xeta înternetê birî, dibistan û zanîngeh girt, qedexeya derketina derve ragihand û artêş wezîfedar kir.



