Li Îngilîstanê, piştî protestoyên kolanan û bûyerên tundiyê yên ku tê de rastgirên tundrew rola pêşeng girtibûn, li herêmên pevçûnan “artêşeke domdar” ya taybet hat avakirin.
Serokwezîrê Îngîlîstanê Keir Starmer diyar kir ku ew niha bi tevahî li ser bidawîkirina “tevliheviya” li welêt disekinin û got: “Sedema çi dibe bila bibe, ev ne protesto ye, ev tundî ye û em ê êrîşên li ser mizgeftan an jî civakên din ên misilman qebûl nekin.”
Li Îngilîstanê, piştî protestoyên kolanan û bûyerên tundiyê yên ku tê de rastgirên tundrew rola pêşeng girtibûn, li herêmên pevçûnan “artêşeke domdar” ya taybet hat avakirin.
Hat ragihandin ku piştî êrîşa bi kêrê ya ku hefteya borî li Îngilîstanê 3 keç hatibûn qetilkirin, heta niha 378 kes ji ber protesto û tundiya li dijî koçberan hatin binçavkirin.
Serokê Lijneya Midûriyeta Polîsan a Neteweyî Gavin Stephens diyar kir ku ew li bendê ne ku bi tespîtkirina nasnameyan kesên ku di bûyeran de cih digirin hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Stephens anî ziman ku xebatên wî yên di vî warî de bênavber berdewam dikin û got:
“Dê aliyên din ên berpirsyar jî bên darizandin.”
Li medyaya civakî belovên derewîn hatin parvekirin ku hat gotin êrîşkarê êrîşa bi kêrê ya di 29’ê Tîrmehê de li bajarê Southport ê li bakurê rojavayê Îngilîstanê penaberekî misilman e.
Piştî belavkirina vê agahiyê li gelek bajaran û dikanan jî bi amûrên şewatê êrîşî polîsan kirin û otomobîl hatin şewitandin û camên malan hatin şikandin.
Di bûyerên ku ji ber daxuyaniyên rastgirên tundrê yên ku di raya giştî de tên naskirin de, êrîş li kargeh û mizgeftên Asyayî jî hatin kirin, herî kêm 2 otêlên ku penaber lê diman jî hatin hedefgirtin.
Artêşa taybet a polîsan hate avakirin
Li aliyê din serokwezîrê Îngîlîstanê Keir Starmer derbarê bûyeran de îro bi wezîr û serokên polîsan re civîneke awarte li dar xist.
Di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de, Starmer ragihand ku “artêşeke domdar” ku ji polîsên taybet perwerdekirî pêk tê, ji bo piştgiriya hêzên ewlekariya xwecihî li bajar û bajarokên ku tundûtûjî lê qewimîne, hatiye avakirin û ji bo erkê xwe amade ye.
Starmer diyar kir ku ew niha bi tevahî li ser bidawîkirina “tevliheviya” li welêt disekinin û got:
“Sedema çi dibe bila bibe, ev ne protesto ye, ev tundî ye û em ê êrîşên li ser mizgeftan an jî civakên din ên misilman qebûl nekin.”
Serokwezîrê Îngilîstanê di daxuyaniya xwe de got:
“Li vî welatî mafê mirovan e ku di ewlehiyê de bin, lê me dît ku civakên Misilmanan dibin hedef û êrîşî mizgeftan dikin.”
Starmer bal kişand ser “kêmneteweyên din ên hatine hedefgirtin, axaftinên nijadperestî, tundiya li dijî polîsan û silavên Naziyan li kolanan” û got:
“Na, ez ê dudilî nebim ku navê wê bikim: ev hovîtiyên rastgir ên tund e.”



