Tundiya li ser jinan ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zêde dibe, zarokan jî dikuje.
Di meha tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin kuştin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Her çend piraniya bûyerên tundiyê di çapemenî û raya giştî de cih negirin jî, bîlançoya encamên tundiyê nîşan dide.
Li gorî daneyên ajansa JIN NEWS’ê berhev kir, di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin kuştin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî bîlançoyên Stenbol û Meletî di rêza yekem de ne ku herî zêde kuştina jin û zarokan li wir çêbûye.
Li Başurê Kurdistanê 9 jin hatin kuştin
Li Başurê Kurdistanê jî kuştina jinan û mirinên bi guman her diçe zêde dibe.
Tevî zagona pêşîlêgirtina tundiyê jî tenê di meha Tîrmehê de 9 jin an hatin kuştin an jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî bîlançoyan Hewlêr di rêza yekem de ye.



