Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) bi daxuyaniyekê êrişên li ser jinan şermezar kirin û bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji êrişkaran bipirsin û cezayên darvekirinê yên li dijî jinên çalakvan rawestînin.
Hevbendiya (NADA) bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxê, êrişên li ser jinan ên li Sûdan, Filistîn û Efganistê, her wiha cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Em qirkirina plankirî ya li ser tevahî jinên êzidî, afgan, sûdanî û filistînî şermezar dikin.
Careke din em piştgiriya xwe bi berxwedana jinên êzidî, afganî, sûdanî, filistînî û tevahî jinên azad re radighînin.
Em bang li saziyên naveteweyî yên têkildar dikin ku li hemberî binpêkirinên ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî û sûcên qirkirina sîstematîk ji bêdengiya xwe derkevin.
Ji bo rawestandina van sûcan tavilê bikevin tevgerê,zextê li aliyê têkildar bikin bila cezayê darvekirinê yên li dijî jinên çalakvan ên li Îranê rawestînin.”



