Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê şandeya Şengalê ya ku ev çend roje li herêmê rezehevdîtinan pêk tînin pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de herdû jinên Êzîdî yên bi navê Tawaf û Ezîze ku ji kampa holê hatin xilas kirin amade bûn.
Şandeya Şengalê ji bo xilas kirina jinên Êzîdî spasiya YPJ kir û gotin:
Em minetdarê keda şervanên YPJ-YPG ne.
Bi saya keda wan Şengal li ser piya ma û em vegeriyan ser xaka xwe.
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî di hevdîtinê de axivî û soza parastina Şengalê da.
Her du jinên hatin xilaskirin jî kêvxweşiya xwe anîn ziman.



