Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi bîranî û mayina xeteriya DAIŞ’ê bi bîrxist. Feyrûz Xelîl got, dewletên ji fermana Şengalê re bêdeng man û darizandina DAIŞ’ê paşguh dikin, rê li ber fermanên nû vedikin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl der barê fermana 74’an ya Şengalê, darizandina DAIŞ’ê û mayina xeteriyên çeteyên DAIŞ’ê nirxand.
Feyrûz Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa fermana Şengalê û rola dewleta Iraq û PDK kir û got:
Dema ku ferman hat serê Şengalê wê demê Hikûmeta Iraqê û PDK gel bi tenê hiştin.
Piştî DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir jin êsîr kirin û Iraq û Sûriyê firotin.
Ez bûm şahida firotina keçeke 8 salî ji kalemêrekî 70 salî.
Van bûyeran em gelekî dêşandin.
Bi firotina jinên Êzîdî armanc dikirin vîna gelê Kurd bişkînin.
Feyrûz Xelîl: Dewletên darizandina DAIŞ’ê paşguh dikin, rê li ber fermanên nû vedikin
Feyrûz balkişand ser mayina xteriya DAIŞ’ê û wiha domand:
Dewletên ji fermana Şengalê re bêdeng man û darizandina DAIŞ’ê paşguh dikin, rê li ber fermanên nû vedikin.
Dewletên ku DAIŞ ava kirin îro roj idîa dikin ku ew dixwazin li dijî wê şer bikin.
Em weke gelê herêmê heta niha êşa fikra DAIŞ’ê û terorîzma wê dikşînin.
DAIŞ’ê di milê erdnîgarî de tune bûye lê heta niha li ser herêm û cîhanê xeterî heye.
Feyrûz Xelîl: Divê cîhan li hember xeteriya DAIŞ’ê bisekine
Feyrûz Xelîl di dawiyê de ev bang kir:
Di vê pêvajoyê de û di dema xeteriya ku DAIŞ’ê li ser hemû gelan çêkir divê her kes bi siyaset û zanebûn mijaran bigrin dest ji bo karibin li hember vê xeteriya li dijî cîhanê bisekinin.



