Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûyî eşkere kir.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha got:
Şervanê me Demhat Ereb li gundê Xanesorê di encama qezayekê de şehîd bû.
YBŞ’ê diyarkir ku şehîd Demhat wek ciwanekî Ereb ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û aramiyê hewldaneke mezin kir û wiha got:
“Ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê çi erk û berpirsiyartî biketa ser milê wî, bêyî teredut bi serkeftî bi cih tanî.
Fermandariya YBŞ’ê ji malbata şehîd û gelê Şengalê re sersaxî xwest û ev tişt anî ziman:
Doz û rêya ku şehîdan ji me re hiştî emê li ser bimeşin.
Ji bo xeyalên hevreyên xwe yên şehîd a Şengalek xweser û azad, emê têkoşîna xwe xurt bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd weha ye;
Nasnav: Demhat Ereb
Nav û Paşnav: Elî Xidir Zahêr Ebdila
Navê Dayîkê : Şemsê Elî Ebdila
Navê Bav: Xidir Zahêr Ebdila
Cih û dîroka şehadetê: Behrewa 02.08.202“



