Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo diyarkir ku ji ber şewitandin û birîna daran Efrîn dibe çolistan.
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku Efrîn li pêş çavê tevahî cîhanê dişewite û got: “Ji bilî daran 230 hektar erazî hatiye şewitandin.
Hemû cîhan li hemberî van kiryaran bê deng e.”
Li Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ye; sûc, qirkirina xwezayê û talankirina mal û milkan bê navber dewam dikin.
Ji destpêka îsal ve jî zêdetirî 2 hezar û 550 dar birîne û şewatandina daristanan jî berdewam dike.
Têkildarî mijarê, endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo axivî.
Îbrahim Şêxo got:
“Tê gotin ku sedema şewata li Efrînê bilindbûna pileya germahiyê ye,
lê agahiyên ku çavkaniyan ji hundirê Efrînê dane, diyar dikin şewat bi destê çeteyên dewleta Tirk hatine derxistin.”
Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk û çeteyên wê 7 navendên komirê çêkirine
Şêxo axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Hemzat û Sultan Silêman Şah ên li gundên Meydana, gundê Hisê, Komreşê, Gemrokê û Mabeta de, 7 navendên çêkirina komirê hene.
Komir vediguhêzin Tirkiyeyê û kiloya wê bi 8-9 dolaran difiroşin.”
Îbrahîm Şêxo: 230 hektar erazî hatiye şewitandin
Şêxo diyar kir ku zêviyên ku hatine şewitandin di navbera deştên gundê Edama, Meydan Ekbez de ne û got:
“Ji bilî daran 230 hektar erazî hatiye şewitandin.
Li çiyayê Hawar di navbera bajarokên Bilbilê û Raco de jî 250 hektar hate şewitandin.
Li gundê Koselnî zêdetirî 2 hezar darên zeytûn û fistiqan û li gundê Dîkê jî hezar dar şewitandine.”
Îbrahîm Şêxo: Efrîn li pêş çavê tevahî cîhanê dişewite
Şêxo diyar kir ku tevahî rêxistinên ku banga parastina mafên mirovan û xwezayê dikin li hemberî şewitandina xwezaya Efrînê bê deng in û got:
“Efrîn li pêş çavê tevahî cîhanê dişewite.”
Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku ji sala dagirkirina Efrînê ve zêdetirî nîv milyon darên zeytûnê û 21 milyon darên din hatine birîn û 39 hezar hektar erd hatiye şewitandin û got:
“Efrîn dibe çolistan. Şênî bi derfetên xwe yên kêm şewatan vedimirînin.
Sûcên dewleta Tirk ji 7 salan ve nehatiye rewastandin û hemû cîhan li hemberî van kiryaran bê deng e. Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.”



