Parlamentera Partiya Keskan a Awistralyayê Abigail Boyd derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de axivî û got; ”Mafên gerdûnî û mirovî yên RêberAbdullah Ocalan hatine binpêkirin.Ji sala 2019’an ve mafê hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re tê redkirin ev muamele bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Tirk e.”
Parlamentera Partiya Keskan a Awistralyayê Abigail Boyd, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bir rojeva parlamentoya welatê xwe.
Abigail Boyd di axaftina li parlamentoyê kir de, wiha anî ziman:
“Mafên gerdûnî û mirovî yên Birêz Abdullah Ocalan hatine binpêkirin û ji Sibata 1999’an ve ji aliyê hikûmeta Tirk ve li girava Îmraliyê tê ragirtin. Ev ne tenê li hemberî birêz Ocalan, di heman demê êrîşeke li dijî gelê Kurde jî.”
Ji sala 2021’an ve mafê hevdîtina bi malbatê re tê redkirin. Ev muamele bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Tirkiyê ye. ”
Abigail Boyd diyar kir ku Awûstralya berpirsyar e ku muameleya zextkar û nedemokratîk a rayedarên Tirk rexne bike û bi Rêber Apo û gelê Kurd re be û got:
Birêz Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna edaletê ya gelê kurd, xwedî rolê sereke ye.
Li hemberî dewleta Tirk a zextkar sembola berxwedana gelê Kurd a 100 salan e.
Divê di tu şert û mercan de mafên mirovî û azadiya Birêz Abdullah Ocalan nebe mijara bazarê.
Abigail Boyd bang li hikûmeta eyaleta Başûrê Galler a Nû (NSW) û hikûmeta Awistralyayê kir ku piştgiriyê bide bangên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û wia bi dawî kir:
”Divê hun bang li tirkiyê bikin ji bo Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û ji bo karibe rola xwe di çareseriya wekhev û demokratîk ji tevahî pirsgirêkan bilîze bê berdan.”



