KCK’ê biryara hikumeta Iraqê ya ji bo girtina sê partiyan şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk helwestê nîşan bidin.
KCK’ê eşkere kir ku hikumeta Iraqê li ser daxwaz û zexta PDK û dewleta Tirk ev biryar wergirtiye û bi temamî siyasî ye.
“Hikumeta Iraqê serî li ber zextên PDK û dewleta Tirk tewandiye. Bi vî rengî dewlet û civaka Iraqê xistiye bin tohmeteke giran.”
KCK: Sûcdariyên ku bi tevgera me re têkildar in, nêzîkatiyên bêbingehin
Hat bi bîr xistin ku her sê partî jî li gorî destûra bingehîn a Iraqê ava bûne û têkildarî hêcetên girtina wan hatine destnîşankirin jî wiha hat gotin:
Sûcdariyên ku bi tevgera me re têkildar dikin, nêzîkatiyên bêbingeh û nehevgirtî ne. Ji bilî pejirandina fikrên Rêber Apo ti têkiliyeke rêxistinî ya van partiyên siyasî bi tevgera me re nîne.
KCK: Biryara girtina padê di salvegera komkujiyê de gelekî manîdar e
KCK’ê anî ziman biryara girtina yek ji partiyan PADÊ di salvegera komkujiyê de gelek manîdar e û ev tişt anî ziman:
“Ev yek nêzîkatiyeke welê ye ku hem zerarê dide xelkê Şengalê hem jî Iraqê. Girtina PADÊ bi temamî plana dewleta Tirk û PDK’ê ye ku ji bo karibe planên xwe pêk bînin.”
KCK’ê bang li hêzên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk helwestê nîşan bidin.



