Piştî ku Îsmaîl Heniye di 31’ê Tîrmehê de hat qetilkirin, Yahya Sinvar wek Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê hat hilbijartin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz anî ziman ku piştî Heniye, Yahya Sînvar jî ji bo ji holê rakirina Hemasê sedemek e.
Şirovekarên siyasî nêrîna xwe tînin ziman ku Sinwar ji Haniye bêtir bê daxwaze ku bi Îsraîlê re agirbestekê pêk bîne.
Hamasê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Yahya Sinvar ji bo Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê hat hilbijartin.
Yahya Sînvar ku cara ewil di sala 1982’yan de ji aliyê Îsraîlê ve hat girtin, wê demê 4 mehan di girtîgehê de ma.
Sinvar di sala 1988’an de ji ber plansaziya revandin û kuştina 2 leşkerên Îsraîlî û kuştina 4 Filistîniyan careke din hate girtin û 4 caran cezayên girtîgehê lê hate birîn.
Sinwar piştî ku 23 sal di girtîgehê de ma, di sala 2011’an de di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan de ku di navbera Hemas û Îsraîlê de hatibû kirin, hat berdan.
Yahya Sinwar yek ji damezrînerên baskê leşkerî yê Hamasê Lîwayên Îzzeddîn El-Qessam tê hesibandin.
Îsrael Katz: Yayha Sînvar ji bo ji holê rakirina Hemasê sedemek e
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hilbijartina Sînvar de nivîsek parve kir.
Îsrael Katz der barê mijarê de anî ziman ku piştî Heniye, Yahya Sînvar jî ji bo ji holê rakirina Hemasê sedemeke hedefê ye.
Şirovekarên siyasî nêrîna xwe tînin ziman ku Sinwar ji Haniye bêtir bê daxwaze ku bi Îsraîlê re agirbestekê pêk bîne.



