Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gundên bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Li gorî agahiyan gundên Meyasê, Zerneîtê û Burc Qasê yên Şêrawaye hatin bomberdomankirin.
Piştî wê jî dagirkera hewil dan bi dronan êrişî gundê Şewarqa yê girêdayî navçeya Şêrewa bikin.
Piştî demekî drona dagirkeran kete.
Li aliyê din navenda ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 8 gundên girêdayî Minbicê bombebaran kir.



