Bi durişmeya ” bi parastin û rêxistinkirina ciwanan, em ê destkeftîyên şoreşê biparêzin, û civaka demokratîk mîsoger bikin, 2’yemîn kongra ciwanê Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD îro li bajarê Hesekê tê lidarxistin.
Konger bi beşdarbun 500 delegeyên li ser asta bakurê û Rojhilatê Sûriyê tê birêvebirin.
Axaftina vekirin kongreyê ji aliyê Asya Abdullah Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD,ve hat destpêkirin.
Asya di axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwanan di xurtkirin û parastina nirxên şoreşa Rojava Kurdistanê her wiha girîngiya rola jinên ciwan di navan civak û parastina herêmê de.
Piştî axaftinan endamên Kongeriyê 4 kes ji bo Komîteya dîwana Kongreyê diyar kirin û piştre kongir ji çapemeniyê hat girtin.



