Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê derbarê parêznameya Rêber Apo a Sosyolojiya Azadiyê de konferansek lidar xist.
Jinên beşdar diyar kirin ku ew ê li ser bingehê fikrên Rêber Apo xwe birêxistin bikin û li hember her cure komplo û êrişan bisekinin.
Di bin dirûşmeya “Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de ye” li bajarê Reqayê konferansa Sosyolojiya Azadiyê ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hate lidarxistin.
Konferans bi beşdariya 250 delegeyî ji Minbic, Dêrazorê, Reqa û Tebqayê pêk hat.
Konferans li ser du mijarên girîng hat dabeşkirin û nîqaşên berfireh li ser her du mijaran hate kirin.
Mijara yekem pirsgirêkên jin û civakê, ya duyem jî rêyên çareseriyê yên ku Rêber Apo di sozyolojiya azadiyê de Pêşkêş kiriye hatin niqaşkirin..
Jiyan Dêrik : Jinan bi amadebûna xwe di vê konferansê de hêz û vîna xwe nîşan dan
Di konferansê de Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya Jiyan Dêrik diyar kir ku di çarçoveya pêngava navnetewî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ev konferasn hatiye lidarxistin û wiha got:
“Deskeftiyên me yên heta niha em gihiştînê, bi saya fikir û felesefeya Rêber Apo ye.”
‘Li dijî her cure komplo û êrişan em ê bisekinin’
Jinên beşdarî konferansê jî bûn axivî û wiha gotin:
“Komploya li dijî Rêber Apo, tecrîda girankirî, armacgirtina pêşengên civakê û êrişên domdar hemû bi hev ve girêdayî ne.
Dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê dixwazin bi her awayî Rêber Apo û gel jev qut bikin.
Lê bila bizanin civak bi giştî û taybet jin ku xwe li ser fikrên azad ên Rêber Apo birêxistin û perwerdekirine dê her wextê li hember van êriş û komployan bisekinin û wan pûç bikin.”



