Hunermend Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 15’emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn.
Hunermendên TEV-ÇAND û hezkiriyên Aram Tîgran tevlî merasîma bîranînê bûn.
Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê Hozan Şemdîn axivî û qala jiyana muzîkê û kesayeta Aram Tîgran kir.
Hozan Şemdîn diyar kir ku Aram Tîgran bi stranên xwe pira navbera Ermen û Kurdan ava kir û bû mînakên herî berbiçav ê vê hevgirtinê ye.
Piştî axaftinan hunermend û hezkiriyên wî qurnefîl danîn li ser gora Aram Tîgran û stranên wî gotin.



