Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker du gundên devera Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kirin.
Li gor agahiyên destpêkê gelek zerera madî gihiştiye rez û baxên gundiyan.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên bêmirov yên dewleta Tirk ji serê sibehê ve li ser deverê digerin û îro êvarê Dola Şore ya nêzî gundê Gelale 3 caran bombebaran kirin:
Di encama êrişê de li deverê şewat derket.
Hate ragihandin ku navenda gundê Sefre jî carekê hatiye bombebarankirin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama bombebaranên balafirên dewleta Tirk a qirker de zereke mezin ya madî gihiştiye rez û baxên gundiyan.
Welatiyên Pênciwênê: Hevkariya bi dagirkeran re rûreşiye û divê tu kes vê qebûl neke



