Şêniyên Buseyra û Hecînê êrişên hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cidêd Bagara şermezar kirin.
Xelkê bajarokê El-Buseyra yê rojhilatê Dêra Zorê li dijî berdewamiya komkujiyên hikûmeta Şamê xwepêşandanek li darxist.
Şêniyan tekez kirin ku hikûmeta Şamê û çekdarên wê Difa El wetenî ev 14 salin dijî xelkê sivîla komkujiyan dikin.
Xwepêşanderan bi pankartan hovîtiya rêjîmê û binpêkirinên dijî sivîlan şermezar kirin.
Şêniyên Hecînê dijî êrişên Difa El Wetenî daketin qadan
Şêniyên bajarê Hecîrê jî li pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecînê kom bûn.
şêniyan êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên “Dîfa Watanî” yên li dijî kantona Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cedêd Bagara şermezar kirin.



