Civaka Êzidî yên Şengalê ji bo piştgirtiya bi PADÊ re meşek lidarxist.
Piştî meşê Şengaliyan bi daxuyaniyekê daxwazên xwe gihandin Hikûmeta Iraqê.
Şengaliyan ji hikûmeta Iraqê xwest ku biryara girtina PADÊ hilweşîne û neyê lîstokê dijminan.
Her wiha hat xwestin ku mîna hemû civakên din, rê bidin civaka Êzidî jî nûnertiya xwe ya siyasî bikin.
‘PADÊ îrade ya me û kes nikare destkariyê di îrada me de bike.’
Bi vê dirûşmeyê êzidiyên Şengalê ji bo piştgirtiya Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan PADÊ’ê, meşek lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber avahiya Detseteya Rêveber dest pê kir.
Meşa gel heya avahiya hêzên ewlekariya Niştimanî ya Iraqê (Emin El-wetenî) dewam kir.
Li wir Şengaliyan bi daxuyaniyekê daxwazên xwe gihandin Hikûmeta Iraqê.
Şengaliyan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku biryara girtina PADÊ betal bike
Şengaliyan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku biryara girtina PADÊ hilweşîne û neyê lîstokê dijminan.
Êzidiyên şengalê diyar kirin biryara girtina PAD’ê ne di berjewendiya gelên Iraqê deye û xwestin mîna hemû civakên din, rê bidin civaka Êzidî jî ku nûnertiya xwe ya siyasî bikin.
Piştî daxuyaniyê gel seredana navenda PADÊ’ê ya li Şengalê kir û piştgrtiya xwe ji bi partiyê nîşan da.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryar dabû 3 partiyên siyasî ku PADÊ jî nav deye werin girtin.
Biryara girtina partiyan bi taybet jî PADÊ di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de, hat ragihandin.
Iraq bi dewleta Tirk û PDK’ê re li dijî Şengalê di nava planan de ye
Bi vê biryarê carek din hat dîtin ku Iraq bi dewleta tirk û PDK’ê re dijî Şengalê di nava plan û projeyên cûda deye.
Di 10’emîn salvegera fermanê de, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi îdayek bêbingeh Şengal kiribû hedef.
Tevî ku HPG’ê ragihandibû wan xwe ji şengalê bi temamî vekişandina jî, Nêçîrvan Barzanî wiha li dijî îradeya Şengaliyan derketibû.
Hemwextî van hewldanên tunekirina îradeyê, kêlêka wê jî metirsiya qirkirina fîzîkî a civaka Êzidî jî rojev e.
Piştî hinek melayên li Behdînanê gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarin, bi hezaran Êzidî bi tirsa fermaneke nû, berê xwe didin Şengalê.



