HPG nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniyê de, ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest û got: “Em ê xeyalê şehîdan ya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez bi cih bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku gerîla Firat û Dîrok li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser wezîfeyên xwe bûn di demên cuda de şehîd bûn.
HPG’ê li ser têkoşeriya şehîdan ev tişt got:
“Hevrêya me Dîrok weke ferdeka gelê Mihelmî yê qedîm ê Mezopotamyayê, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt.
Ji dil bawerî bi paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêber Apo anî û ji bo vê yekê jî xwe tu carî ji fedakirinê neda paş.
Bi sekin, jiyan û tevlîbûna xwe ya bêteredut bû milîtaneke PKK-PAJK’ê ya mînak.
HPG’ê: Em ê xeyalê şehîdan yên Kurdistana azad teqez pêk bînin
Ewladê wêrek ê Geverê hevrêyê me Firat jî, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de, bi berdêlên mezin xebitî.
Li ser vî bingehî hevrêyê me li her qada ku lê mayî bi fedekariya xwe derket pêş.
Bi keda xwe bû milîtanekî Apoyî ku her tim mînak dihat dîtin.”
HPG’ê dawiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê xwest û got:
“Em ê xeyalê şehîdan yên Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniya HPG nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Firat Dilopa Baranê
Nav û Paşnav: Ferhat Bozkurt
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê: Mecbure
Navê Bav: Îkram
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dîrok Cûdî
Nav û Paşnav: Solîn Başturk
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Şêxmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2024’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê



