Kongra Star di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, li gelek bajaran, bi awayekî komî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan organîze dike.
Li bajaroka Til Ehmed ê girêdayî bajarê Til Hemîs koma xwendina pariznameyan hatiye avakirin.
Têde parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Sosyolojiya Azadiyê dixwînin.
Sê mehin xwendina parêznameyan didomînin.
Jinên ku tevli komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi saya paraznameyan ji bo pirsgirêkan civakî çareseriyan peyda dikin.
Jinên tevlî xwendinê dibin, piştî guhdarkirinê, pirs û nirxandinên xwe dikin.
Endama Komîteya Jinan a Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) Nêrmîn El Esed got:
“Em dixwazin xwe di aliyê fikrî de pêş bixin û vê fikrê di nava civakê de belav bikin.”
Nêrmîn diyar kir ku li kêleka pêşxistina aliyê fikrî, bi rêya parêznameyan çareseriyan ji gelek astengiyan re peyda dikin.



