‘Em bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan li rastiya xwe vedigerin`
Lidarxistina şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berdewam in.
Endamên komîn û meclisan ên ku tev li van şêwiran dibin, destnîşan kir ku bi rêya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kiriye.
Endamên komîn û meclisên taxa Şêxmeqsûd nêzî mehek û nîv e, beşa duyemîn a parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya şêwiran dixwînin.
Ev şêwirên xwendinê li Meclisa Şehîd Gulê Selmo yan li Komîngeha Şehîd Bakur a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dikevin.
Şêwirên xwendinê hefteyê du rojan (çarşem û pêncşem) li dar dikevin.
30 endam tevlî şêwrê bûne.
Heta niha xwendina beşa pêncan a “Menîfestoya Şaristiya Demokratîk-Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêber Abdullah Ocalan qediyaye.
Ji komîteya perwerdeyê Sedîqa Îbo derbarê şêwira xwendina parêznameyan de wiha dibêje:
“Niha em beşa duyemîn a parêzanmeya parastina gel dixwînin.
Di vê beşê de, behsa fikrên cuda yên têkildarî civaka demokratîk û ekolojî, xilasiya gelan ji tecliheviyê û gelek fikrên din tê kirin.
“Min fêm kir, çawa mafên kesan di civaka xwezayî de hatibûn parastin.
Di wê demê de, edalet, wekhevî û demokrasî werwer bû.
Lê bi hatina kapîtalîzmê re, çîn derketin, civak ser û binî hev du bû. Rola pêşeng a jinan hate paşguhkirin.”
Newal Mihemed jî sedema hilbijartina parêznameya parastina gel wiha şîrove kir:
“Li ser daxwazên endaman, me ev parêzname hilbijart.
Em dixwazin lêhûrbûna me ji bo naskirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan firehtir bibe, xwe bi rêxistin bikin û fikrên xwe dewlemendtir bikin.
Di şêwirên xwendinê de nîqaşên berfireh çê dibin. Jin nêrîn û analîzên xwe der barê pirtûkan de parve dikin.
Gelek ji wan biryar daye ku xwe pêş bixin.”
Newalê di dawiyê de got: “Rêber Abdullah Ocalan hertim rola jinan, pêwîstiya vegerandina mafên jinan çi bi zorê yan jî bi rêbazeke din bi bîr xistiye. Baweriya wî bi hêza jinan mezin e. Ji ber wê divê em layîqî wî bin.”
Kombûna Jinan a Zenobya li bajarê Minbic, Reqa, Tepqa û Dêrazorê parêznamên Rêber Apo dixwînin



