Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, îro li Hewlêrê hejmarên lîste, hevpeymanî û namzetên ji bo hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê diyar kir.
Li gorî wê 136 lîste ku ji partî, hevpeymaniyên siyasî û namzetên serbixwe pêk tên, wê beşdarî hilbijartinê bibin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro li Hewlêrê hejmarên lîste, hevpeymanî û namzetên ji bo hilbijartina Parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê diyar kir.
Daxuyanî ji aliyê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed ve hate dayîn.
Dadwer Omer Ehmed destnîşan kir ku 136 lîste ku ji partî, hevpeymaniyên siyasî û namzetên serbixwe pêk tên, wê beşdarî hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bibin.
Omer Ehmed balkişand ser rola wan ya di hilbijartinê de û wiha got:
“Em ê li Hewlêrê serpereştiya proseya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bikin.
Sibe wê karmendên ji bo roja dengdanê werin diyarkirin û roja duşemê jî wê alavên hilbijartinê werin ceribandin.
Wek Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê emê jî hilbijartinê bi awayekî herî zelal û bê alî rêvebibin.”
Birayare ku hilbijartina parlamento 20’ê cotmehê were lidarxistin
Hêjayî gotinê ye ku biryare pêkanîna hilbijartinê a cara 6’emîn ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 20’ê Cotmeha îsal, di bin çavdêriya Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, were lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de amadekariyên ji bo hilbijartinê berdewamin.
Hemwextî dema hilbijartina palamento 3 partiyên siyasî hatin gitin
Ev xebatên hilbijartinê di demekî de ye ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê 3 partiyên siyasî hatin gitin.
Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da.
Heta niha jî bertekên li dijî vê biryarê berdewamin û her diçin berfirehtir dibin.
Tevî vê jî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îdia dike ku ew ê hilbijartineke demokrat lidarbixin.



