Şêniyên kantona Efrîn-Şehba bi merasîmekê sersaxî ji malbata şehîd Soro Berxwedan re xwestin.
Mihemed Hesen bi nasnav Soro Berxwedan 9’ê Tebaxa 2024’an şehîd bû.
Merasîma sersaxiyê li bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê hate lidarxistin.
Li bin kon, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xelîl Îso sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Heya vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin.
Em hêza berxwedanê ji fedakariyên şehîdan digirin.”
Endama Meclisa bajarokê Ehdasê Ranya El Hesen jî soza domandina xeta şehîdan da.
Merasîma sersaxiya ji bo malbta şehîd didome.



