Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî Êzidiyên ku ji ber gefên li ser wan hatine kirin û neçar man ji kampên PDK’ê birevin, daxuyaniyeke weşand û got: “Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe.”
Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hatin gotin:
“150 hezar Êzidiyên ku li Herêma Kurdistanê di bin zexta PDK’ê de dijîn, ji ber daxuyaniyên pêşmergeyê berê Kasim Seho bi qirkirinê re rû bi rû ne.
PDK a ku di fermana 73’an de Êzidî di destê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê de hişt, îro jî hewl dide Şengalê bê statu bihêle.”
KCD’ê diyar kir ku ew PDK’ê hişyar dikin û dibêjin em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:
“PDK ji aliyekî ve axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, ji aliyê din ve jî bi hevkariya dagirkeran re gefê li destkeftiyên gelê Kurd dixwe.
Divê gelê me vê helwesta PDK’ê şermezar bike.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang li civak û hêzên navneteweyî kir ku li hemberî vê rewşa ku bûye sedema komkujiyeke nû helwesteke zelal nîşan bidin.
Her wihan bang li tevahî gelê Kurdistanê, partî, rêxistin û saziyên sivîl hate kirin ku li dijî van êrîşan têkevin nava liv û tevgerê.”



