Koçerên li Herêma Biradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber bombebaran û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, çiya û zozanên xwe berdidin.
Di dîmenan de jî diyar dibe ku koçberên herêmê mal û dewarên xwe kom dikin û herêmê berdidin.
Hêjayî gotinêye ku li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û valekirina bi dehan gundan, di encama êriş û bombebaranên artêşa Tirk de, bi dehan şivan û koçerên li zozanên sînorê Hewlêr û Dihokê şehîd û birîndar bûne.



