Dadgeha Bilind a Iraqê, hemwextî salvegera 10’an a Komkujiya Êzidiyan biryara girtina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê , PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê da.
Endamê Desteya Rêveber ya hizba Eniya Têkoşîna Demokrasiyê Esed Ebadî da zanîn ku biryara Encûmena Dadwerî ya Iraqê ne rewaye.
Esed Ebadî diyar kir ku biryar ji aliyê dadwer ve hatiye dayîn û got:
“Lê bi awayek fermî negihiştiye ber destê me û me bi rêya ragihandinê bihistiye.
Em vê biryarê şermezar dikin, ev biryar binpêkirina demokrasiyê ye.
Ev tometên ji bo me tê dayîn metirsîdar in û ev yek ji bo tinekirina demokrasiyê tê kirin.”



