Doh di derengiya êvarê de li Urdun û Sûriyê erdhejekê rû da.
Navenda Erdhejnasiya Neteweyî ya Sûriyê ragihand ku erdhejek bi pileya 5,5 li rojhilatê bajarê Hemayê rû da.
Li gor Navenda Lêkolînên Zanistên Erdê ya Alman erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hatiye.
Erdhej li seranserê Lubnanê jî ji aliyê niştecihan ve hat hîskirin.
Piştî ku erdhejê rû da, bi hezaran malbatên li bajarê Helebê daketin kolanan, çimkî metirisya rûdana erdheheke din hebû.
Li gorî agahiyan di encama erdhejê de tu ziyan çênebû.
Ajansa Nûçeyan a Urdunê jî ragihand ku piştî erdheja yekem saetek kêmtir, erdhejek xurtir pêk hat.



