10’ê Tebaxê di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de namzetê YNK’ê Rêbwar Teha weke waliyê Kerkûkê yê nû hat hilbijartin.
Berdevkê PDK’ê helwesta partiya xwe têkildarî dabeşkirina postan li Kerkûkê diyar kir û li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket.
Piştî heft salan namzedê YNK’ê Rêbwar Teha ji bo waliyê bajarê Kerkûkê hat hilbijartin, lê PDK’ê dijberiya xwe ji bo waliyê Kurd ragihand.
PDK bi vê dijberiya xwe li gel aliyên şovenîst ên li dijî walîtiya Kurdan tev digere û dixwazin Kurdan ji hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bêpar bihêlin.
Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed li ser mijarê daxuyaniyê da û got:
“Ew tiştê ku di 10’ê Tebaxê de li Bexdayê ji bo danîna walî û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bêyî hebûna nûnerên Eniya Tirkmenî û beşek ji Ereb û PDK’ê hatiye kirin ne qanûnî ye û li ser rêyeke rast nîne.”
Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed diyar kir ku ew vê biryarê qebûl nakin.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye bi rêya PDK’ê û Eniya Tirkmen hewl da ku aliyên Ereb razî bike da ku postê walîtiya Kerkûkê ji destê Kurdan û YNK’ê derxe.
Di encamê de hewldanên wan bi ser neketin û postê walîtiya Kerkûkê careke din kete destê Kurdan.



