Çalakvan û rojnamevanên Helebçeyê derbarê binpêkirinên PDK’ê derheqê rojnamevanan de axivîn û wiha gotin:
“Ji ber ku rojnamevan li başûrê Kurdistanê gendeliya desthilatê eşkere dikin, rastî gefxwarin, girtin û kuştinê tên.
Deshilata rojnamevanên azad weke dijmin dibîne”
Li başûrê Kurdistanê rojnamevan û çalakvan rûbirûyî girtin, êriş û gefxwarinê tên.
Sedema wê yekê jî ku rastiya desthilat û gendelîkariya PDK’ê aşkere dikin.
Çalakvan û rojnamevanên Helebceyê derbarê binpêkirinên PDK’ê li başûrê Kurdistanê de axivîn.
Rojnamevan Ebubekir Hisên da zanîn ku rojnamevan hertim gendeliya desthilatê eşkere dikin, lê desthilat naxwaze gel gendeliyê bizane û bibîne.
“Rojnamevan gendeliya desthilatê eşkere dikin lewma tên armancgirtin”
Ebubekir Hisên di dewama axaftina xwe de binpêkirinên desthilatê yên derheqê rojnamevanan weke kuştin û binçavkirinê û şehîd Wedat Hisên weke mînak da û got:
“Dema ku rojnamevan raya giştî agahdar dikin weke dijmin tên dîtin”
Çalakvanê civaka sivîl Mehmud Şêx Nurî jî li ser heman mijarê axivî.
Mehmud Şêx Nurî diyar kir ku daxwaza sereke ya xelkê, azadiya rojnamevanan e û wiha dewam kir:
Ji ber ku dema rojnamevan azad bin, hemû gendelî û rûyê desthilatê eşkere dikin.
Dema rojnamevan raya giştî agahdar dikin, weke dijmin tên dîtin, yan jî dawiyê de tên kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li herêma başûrê Kurdistanê bi taybetî ji aliyê PDK’ê ve, heya niha bi dehan rojnamevan hatine revandin û kuştin.
Herî dawî jî girtin û biryara zîndanîkirina 3 salan ji rojnamevan Silêman Ehmed re, mînaka herî nêz û berbiçav e.
Hêzên Asayîşa Silêmaniyê li kesên ku beşdarî çalakiya li dijî dagirkeriyê bûbûn da



