Tê texmînkirin ku par li Ewropayê ji ber germahiyê zêdetirî 47 hezar kes mirin.
Hat destnîşankirin ku tevî vê rêjeyê bilind jî bi tedbîrên ku hatin girtin rê li ber encamên trajîktir hatin girtin.
Enstîtuya Tenduristiya Gerdûnî ya Barcelonayê li ser germahiya sala 2023’yan li Ewropayê daneyên balkêş eşkere kir.
Di heman demê de Enstîtuyê destnîşan kir ku civak bi tedbîrên ku hatine girtin xwe bi germahiya bilind re amede kiriye.
Tîma lêkolînê ya navneteweyî daneyên li ser 96 mîlyon mirinan ji Ofîsa Statîstîkên Ewropî bikar anî da ku rêjeya mirina ji ber germê di sala 2023’yan de ji bo 823 herêmên li 35 welatên Ewropî texmîn bike.
Li gorî van texmînan par li Ewropayê 47 hezar û 690 kes ji ber germê mirine.
Li gor texmînan li Ewropayê 47 hezar û 690 kes ji germê mirine
Ev hejmar duyemîn rêjeya mirinê ya herî zêde ya tomar bû ji dema ku daneyên navborî di sala 2015’an de dest bi pêvajoyê kirin.
Rêjeya herî bilind di sala 2022’yan de hatiye tomarkirin.
Lêkolîneran dan xuyakirin, ku welatên ku rêjeya mirinê ya herî zêde bi germahiyê lê dijîn, welatên başûrê Ewropayê ne.
Li gorî vê yekê, Yewnanîstan bi 393 mirinan ji her mîlyon nifûsê re di rêza yekem de ye, Bûlgarîstan jî bi 229 mirinan di rêzê de ye.
Îtalya bi 209 mirinan di rêza sêyemîn de, û Spanya jî bi 175 mirinan di rêza çaremîn de ye.
Di sala 2023’an de li Almanyayê 76 kes mirin.
Di hejmarên teqez de, mirina ji ber germê di sala 2023’yan de li Îtalyayê bi qasî 12 hezar û 750 û li Almanyayê jî 6 hezar û 376 kes hatin texmînkirin.
Li hemû welatên ku hatine analîzkirin, rêjeya jinên ku ji ber germê mirine, bi taybetî jî pîr, ji ya mêran zêdetir bû.



