Meşa Yekîtiya Netewî ya li Lozan-Cenevreyê di roja xwe ya dûyemîn de didome

Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a ji Lozanê heta Cenevreyê di roja duyemîn de ye. Beşa duyemîn a meşê ji bajarê Cenevreyê dest pê kir.

Beşa duyemîn a meşê ku zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên sazî û partiyên Kurdan tevlî bûn, dest pê kir.

Meşvanên Yekîtiya Neteweyî ji Place de Neûve ya Cenevreyê dest bi beşa duyemîn a meşê kirin.

Meşvan ber bi Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dimeşin.

Meşvan li gel banga ji bo yekîtiyê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê.

Hêjayê bi bîrxistinêye ku beşa destpêkê ya meşê doh li Lozanê bi civîna çapemeniyê dest pê kiribû û êvarê li bajarê Renensê yê Swîsreyê bi dawî bû.

Piştre hûnermendên ku di meşê de cih girtibûn konserek pêkanîn û di konserê de bi hevre sirûda “Hene Pûş” gotin.

Leave a Reply

Back to top button