Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder di konferanseke rojnamegeriyê de got ku QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevalbendekî xurt e.
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku armanca hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê şikandina DAIŞ’ê ye û wiha dewam kir:
QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarekî me yê bi bandor bû.
Hêzên Amerîkayê li Sûriyê ne û armanca me li Sûriyê têkbirina DAIŞ’ê ye.
Em dê li ser wê armancê berdewam bin.
Berdevkê Pentagonê: QSD’ê wê her hevalbendekî me yê dilsoz bimîne
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ji bo wan wê hevalbendekî sadiq û jêhatî bimîne û wiha mijar bi dawî kir:
Em ê bi berdewamî bi QSD’ê re kar bikin heta ku piştrast bin ku DAIŞ li herêmê nemîne.



