Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezaz û Mariê yên dagirkirî, 2 çalakî li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê pêk anîne.
Di encamê de, 37 dagirker hatine kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Rizgariyê eşkere kir ku roja 9’ê tebaxê hêzên wan li Ezazê, avêtine ser çeperên çeteyan û di encamê 3 çete hatine kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Her wekî da zanîn ku di 11’ê tebaxê de, hêzên wan li Mariê ji 3 baskan ve li çeteyan dane.
Di encamê de, 17 dagirker hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Hêzên Rizgariyê, di van çalakiyan de, 2 erebeyên dagirkeran tên bêrkirin û çeperên wan jî tên rûxandin.
Hêzên Rizgariyê got ku şervanên wan bi serkeftî ev çalakî pêk anîne û bi saxlemî vegeriyane çihê xwe.



