Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Teha li ber dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar.
Piştî merasîma sondxwarinê Rêbwar Teha di civînek çapemeniyê de got:
“Ez parêzgarê hemû Kerkûkiyanim. Em hemû yekin.”
Roja 10’ê Tebaxê encûmena parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê civiya bû,
Bi piraniya dengan Rêbwar Teha yê ji YNK’ê, wek parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.



