Yekitiya Şaredariyên Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya bidawîbûna werza havînê hewl dide gelek projeyên xizmetguzarî pêk bîne.
Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Cizîrê li bajarên Girkê Legê û Tirbespiyê gelek kolan qîr kirin.
Li Tirbespiyê, Şaredariyê destpêkirina qîrkirina Kolana Siyahî ragihand.
Ew kolan yek ji kolanên girîng ên li navenda bajêr e û niha jî werşeyên şaredariyê kolana bi dirêjahiya 700 metre û qîr dike.
Li gorî hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah El Qeso, di plansaziya xebata wan a havînê de qîrkirina gelek kolanên din li hundirê bajêr û 4 bajarokên wî hene.
Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê jî rêya gundê Eror bi dirêjahiya 2 hezar û 179 metreyan qîr dike.
Her wiha şaredarî rêya gundê Elwanke bi dirêjahiya hezar û 640 metre qîr dike.
Li gorî çavdêrên xebatê, di plansaziya şaredariyê de qîrkirina gelek kolanên li navenda bajarê Girkê Legê heye.



