Dîrektora Ragihandinê ya pêngava Piştevaniya Kubayê ya Brîtanyayê Natsha Hickman ji bo pêngava ji bo azadiya Rêber Apo peyama piştevaniyê weşand.
Bi navê pêngava Piştevaniya bi Kubayê re ya Brîtanyayê Dîrektora Ragihandinê Natasha Hickman ji ANF’ê re axivî .
Natasha Hickman diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya Rêber Apo ku 10’ê Cotmeha 2023’an hat destpêkirin û got.
“Di têkoşîna hevpar a ji bo serwerî û serxwebûnê de em yekîtiya hev dikin.
Li hemberî zext û bêedaletiyê, pêwîstiya me bi piştevaniya navneteweyî heye.
Herdu tevgerên me bi xurtî bi pîvanên wekhevî, edalet û diyarkirina çarenûsa xwe dilsoz in.”
Natasha Hickman diyar kir ku ew bi berxwedana gelê Kurd pir bandor bûye û wiha domand:
“Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi danîna têkiliyên piştevaniyê heye.Divê em piştgiriya hev bikin.
Pêngava Piştevaniya Kubayê piştgiriyê dide gelê Kurd.
Azadî ji gelê Kurd û Abdullah Ocalan re.”



