Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên Hikûmeta Şamê yên li ser gundewarên Dêrazorê şermezar kir.
Rûspiyan bang li hêz û eşîrên li herêmên hikumeta Şamê kir ku ji bo sekinandina êrişên li ser Dêrazorê bikevin nava hewldanan.
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên hêzên Hikûmeta Şamê yên li ser gundwarên Dêrazorê şermezar kirin.
Her wiha bang li eşîrên li herêmên hikumeta Şamê kirin ku bi hev re di rêya çareseriyê de bimeşin.
Rûspiyê eşîra Şiwêt: Divê hikûmeta Şamê bi QSD’ê re diyalog bike
Rûspiyê eşîra Şiwêt a Gundê Ebû Herdûn, Ayêd El Ebdullah Xelîfe li ser mijarê axivî û got:
“Bi navê şêniyên gundê Ebû Herdûnê em gef û êrişên hikumeta Şamê li ser herêma me de şermezar dikin.
Di encama wan êrişan de zirarên mezin hatin derketin û zarokê hatin qetil kirin, şêniyên wan gundan ji malên xwe derketin.
Bi navê hemû eşîrên herêmê daxwaza me ji koalisyona navneteweyî û hemû kesên ku bandora wan li ser Hikumeta Şamê heye ku zextê ser bikin, da ku bi QSD’ê re diyalog bike û bi hev re ber bi çareseriyekê ve biçin.”
Rûspiyê eşîra Şiwêt: Rêveberiya Xweser aştîxwaz e û li dijî şer e
Rûspiyê Eşîra Şiwêtê anî ziman ku tu hêz bi navê Hêzên Eşîran nîne û got:
“Hikumeta Şamê îdîa dike ku ev êriş bi Hêzên Eşîran ve hatine kirin, lê tiştekî bi navê hêzên Eşîran tune ne.
Ew dixwazin bi vê siyasetê li van herêman kar bikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran hewl dan diyalogê bi Hikumeta Şamê re bike, ji ber rêveberiya xweser aşîtxwaz e û tu car doza xerakirinê û şer nake.
Daxwaza me ji gelên me yên ku li aliyê Hikumeta Şamê ew e ku li pey îdîayên ku derdikevin neçin.”
Rûspiyê eşîra El Bûgan: Divê hikûmeta Şamê êrişan rawestîne
Rûspiyê Eşîra El Bûgan Ebdul Ezîz Ebû Hemed jî helwesta xwe anî ziman û ev bang kir:
“Her wiha ji bo me eşîrên li herêmên Rêveberiya Xweser û Herêmên Hikumeta Şamê em bang dikin ku em li ser maseya çareseriyê bi hev re rûnin û aştiyê di van herêman de bidin avakirin.
Li ser wê esasê em banga xwe ji gelê xwe yê wir, zarokê xwe, birayên xwe ên wan herêman dikin ku vî şerî bidin sekinandin.”



