Li seranserî cîhanê ji ber nexweşiya MPOX’ê alarm hat ragihandin.
Serokê koma pisporan diyar kir ku 15 endamên komîteyê yên tevlî civînê bûn di wê baweriyê de ne ku ji bo ragihandina rewşa lezgîn a tenduristiya gel, şert û merc hene.
Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO) ji ber zêdebûna nexweşiyên ji ber Mpox , di asta herî bilind de li qada navneteweyî alarma tenduristiyê da.
Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus civîneke çapemeniyê lidar xist û got:
“Îro komîteya rewşa lezgîn li hev civiya û ji min re ragihand ku rewş li ser tenduristiya gel a navneteweyî çiqasî lezgîn e. Min ev pêşniyar qebûl kir.”
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî got:
“Rewşeke wisa ye ku me hemûyan eleqedar dike.”
Yekane kesê ku li ser pêşniyara komîteyeke pisporan a demkî di asta navneteweyî de dikare rewşa lezgîn a tenduristiya gel ragihîne Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî ye.
Serokê koma pisporan Dimie Ogoina ji rojnamevanan re axivî.
Dimie Ogoina diyar kir ku 15 endamên komîteyê yên tevlî civînê bûn di wê baweriyê de ne ku ji bo ragihandina rewşa lezgîn a tenduristiya gel, şert û merc hene.
Ajansa Tenduristiyê ya Yekîtiya Efrîkayê roja Sêşemê li pêşberî şewba mpoxê ya li Efrîkayê belav bûye, ‘rewşa lezgîn a tenduristiya gel’ ragihand ku asta herî bilind a alarmê ye û ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewbê banga çalakiyê kir.
Li gorî daneyên ajansa tenduristiyê ya Efrîkayê, ji Çileya 2022’an û vir ve li 16 welatên Efrîkayê bi giştî 38 hezar û 465 nexweşên bi vîrûsa ‘kulîlka meymûn’ hatiye tespîtirin.
Ev yek li gorî salek berê tê wateya zêdebûna ji sedî 160’î ku hezar û 456 kes mirin.


