Serokwezîra berê ya Bangladeşê Şêx Hesîna bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan û beşdarî bîranîna bavê wê ku sala 1975’an hatibû kuştin bibin.
Xwendekarên li Bangladeşê destûr nedan alîgirên Şêx Hesîna û bertek nîşanî xwepêşandanan dan.
Bi sedan xwendekar li Daka, paytexta Bangladeşê, îro li qada meclîsa kevneşopî nobet girtin, li dijî alîgirên serokwezîra berê Şêx Hasîna, ku bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan.
Li gorî AFP, xwendekarên ku xwe amade dikirin li dijî xwepêşandanan derkevin, li ser kolana ku diçe mala malbata Şêx Hesîna, ku bav û birayên wê di sala 1975’an de di derbeyeke leşkerî de hatibûn kuştin, meşiyan.
Ev nîşangeh heta van demên dawî muzexaneyek bû ku ji bavê wê, Şêx Mucibur Rahman re hatibû veqetandin, lê ew ji hêla girseyekê ve çend demjimêran piştî ketina wî hate xirab kirin û şewitandin.
Di dema desthilatdariya Şêx Hesîna ya 15 salan de, ji karmendên cemaweriyê dihat xwestin ku beşdarî mîtîngên bîranîna kuştina bavê wê di 15’ê Tebaxê de bibin.
Xwedekaran bertek nîşanî alîgirên Şêx Hesîna dan
Lê belê hikûmeta demkî ya Bangladeşê beriya niha betalkirina van pîrozbahiyên Roja Neteweyî ragihandibû û bang li gel kiribû ku xebatên xwe bidomînin.
Şêx Hesîna di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ez daxwaz dikim kesên ku di kuştinan de cih girtine bên lêkolînkirin, kiryar bên eşkerekirin û berpirsyar bên dîtin.
Ev daxuyanî çend demjimêran piştî ku dadgehê ragihand ku ew dikare vekolînê li dijî wî û şeş kar-bidestên hikûmeta wî bike li ser kuştina ku di serhildanên meha borî de qewimî.
Polîs ji ber tepeserkirina bi xwînî ya xwepêşandanên dijî hikûmetê ku di encamê de 450 kes hatin kuştin, ji wan 42 hêzên ewlekarî, hatin rexne kirin.



