Di nûçeya televizyona “El-Qahîre el-Ixbariye” hat ragihandin ku li Dohayê bi navbeynkariya Qeter-Misir û DYA’yê ji bo agirbesta li Xezeyê pêvajoyeke nû ya danûstandinê dest pê kir.
Hat ragihandin ku şandeya Îsraîlî beşdarî danûstandinên li Dohayê bû, lê Hamasê red kir ku beşdar bibe.
Hamas û komên din ên Filistînî ji Telavîvê xwestin ku “li gorî pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden peymana ku di meha borî de hatibû kirin, bisepîne”.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şandeya Misrê ji bo lihevkirina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de xebatên xwe zêde kirine û wiha hat gotin:
“Misrê ji hemû aliyan re dubare kir ku ji bo aramiya lezgîn divê metneke ku li ser were lihevkirin bê çêkirin.”
Hat diyarkirin ku Qeter-Misir-Amerîka ji bo ku perspektifen Hamas ü İsraile li ser agirbesta li Xezeye ji hev nêzîk bibin hevkarî kirin.
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê bi Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Wezîrê Karên Derve Îsraîl Katz û Wezîrê Karên Stratejîk Ron Dermer re li Tel Avîvê bicive.



