Li Şerîda Xezayê hejmara miriyan gihişt 40 hezar kesan.
Artêşa Îsraîlê dîsa bang li kesên li Xan Yunisê dijîn kir da ku heremê vala bikin.
Her wiha hêzên Îsraîlê li Şerîa Rojava di serdegirtinê de 10 filîsîtinî binçav kirin û 2 kes jî hatin kuştin.
Li Şerîda Xezayê ya ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve êrîşên xwe yên tund berdewam dike hejmara miriyan 40 hezarî derbas kir.
Artêşa Îsraîlê daxwaza valakirina hin taxên bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Şerîda Xezayê kir, ku ew ê bikin hedef.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di nexşeya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de bang li Filistîniyan kir ku herêmên “Qarara 3” û “Satir” ên Xan Yunusê yên li başûrê Xezeyê vala bikin.
Adraee ji şêniyên herêmê xwest ku biçin “herêmên bi ewle”, îdia kir ku Hamas û rêxistinên din ji cihên ku di daxuyaniyê de hatine diyarkirin moşekan diavêjin Îsraîlê.
Li Şerîa Rojava di serdegirtinan de 10 kes jî hatin binçavkirin
Ji aliyê din ve leşkerên Îsraîlê di serdegirtina li Şerîeya Rojava de 10 Filistînîyên din binçav kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA, hêzên Îsraîlî danê sibehê li bajarokê Saîr ê li bakurê bajarê Hebronê di serdegirtina bi gelek wesayîtan de ciwanek binçav kirin.
Hêzên Îsraîlê li Taxa Vadî Semîn a Hebronê di serdegirtina malan de 5 welatiyên Filistînî binçav kirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên taybet ên artêşa Îsraîlê li bajarê Tulkerîm ê li bakurê Şerîeya Rojava 2 ciwan binçav kirin.
Li Şerîa Rojava 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
Her wiha li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA, hêzên Îsraîlê bi balafirên bê mirov êrîşî Kampa Balata ya Penaberan a li rojhilatê Nablusê kirin.
Di êrîşê de 2 kes mirin û yek jê zarok 4 kes jî birîndar bûn.
Heyva Sor a Filistînê diyar kir ku ekîbên tenduristiyê yek ji kesên ku di êrîşê de mirine ji kampa Balata rakirin nexweşxaneyeke Nablusê û hêzên Îsraîlê dest danîn ser ambûlansa ku cenaze hilgirtibû.
Çavkaniyên han diyar kirin ku leşkerên Îsraîlî rê li derbasbûna ambûlansên birîndar girtine.



