Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamê xwe Xezal El-Şêx ku di encama nexweşiyekê de şehîd bû eşkere kir.
Di daxuyaniyê de li ser têkoşîna şehîd wiha hat gotin:
“Şehîd Xezal ji ber berpirsyariya xwe ya li hember welatê xwe tevlî nava hêzên me bû.
Ew bi fedakarî û dilpakî tevahî erkên xwe pêk dianî.
Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Xezal re dixwazin.
Em soz didin ku em rêya şehîdan dişopînin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.”
“Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nav û paşnav: Xezal El-Şêx
Navê Bav: Ibrahîm
Navê Dayikê: Fitêm
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Reqa 1/11/2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 15/08/2024



