Muxalifê Sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd derbarê êrişên dawî yên li Dêra Zorê axivî û diyar kir ku êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî berjewendiya gelê Sûriyê ne û li gorî şertên normalîzekirina bi dewleta Tirk re ne.
El Siwêd got: “Kî şerê Rêveberiya Xweser bike, dijminê gelê Sûriyê ye.”
Bertekên li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî şêniyên kantona Dêrazorê berdewam in.
Muxalifê Sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd têkildarî mijarê mijarê axivî û êrişê şermezar kir.
Elî El Emîn El Siwêd, diyar kir ku êrişên hikumeta Şamê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li dijî berjewendiya gelê Sûriyê ne û got:
“Êriş li gorî şertên normalîzekirinê pêk hatin. Rejîma Tirk ji bo temamkirina normalîzekirinê, şert daniye ku divê rejîma Sûriyê şerê QSD’ê bike.
Lê ji bo rejîma Tirk şerê QSD’ê ne girîng e ya girîng bi hiceta QSD’ê herêmên Sûriyê dagir bike.”
El Siwêd: Bi piştgiriya dagirkeriyê Rûsya, Îran û Tirkiye êrîşî herêmê dikin
El Siwêd derbarê xeteriyên êriş û van siyasetan de ev tişt anî ziman:
“Ev êriş, stratejiye rejîma El Esed di ji nû ve kontrolkirina axa Sûriyê de bi rêya kuştin û wêraniyê, disepîne.
Rejîm çareseriyên aştiyane yên çareseriyê, biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmar 2254 paşguh dike. Bi piştgiriya dagirkeriyê Rûsya, Îran û Tirkiye êrîşî herêmê dikin.”
El Siwêd: Rêveberiya Xweser hewl da diyalogê bi hikumeta Şamê re bike lê wê red kir
El Siwêd bal kişand ser pêwîstiya diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de û got:
“Rejîm bi rêya dagirekriya Îran li ser pêyan maye. Dewleta Tirk jî, gotina diyalog, çareseriya aştiyane û tawîz ji ferhenga xwe sîl kiriye.
Wekî ku ji destpêka serhildanê sala 2011’an ve şerê gelê Sûriyê kir û dest bi kuştina wî kir, niha jî kuştinê didomîne.”
El Siwêd: Divê gelê Sûriyê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
Muxalifê Sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd bang sûriyan kir ku şerê Rêveberiya Xweder neke û pişgiriyê bidê.
Li gorî El Siwêd divê Rêveberiya Xweser jî eniya xwe ya nîştimanî ya hundirîn bi tevlêbûna hêzên din li hember hikumeta Şamê xurttir bike.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



