Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Ebrû Akkal anî ziman ku dê Komîteya Wezîran wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Rêber Apo têxe rojava xwe û got: “Wê di rûniştandinê de bêguman wê pozîsyona Tirkiyeyê bê nirxandin.
Dê miryarên ku DMME neanîna bicîh were nîqaş kirin.
Di heman demê de bicîhanîna ‘Mafê Heviyê’ jî wê têkeve rojevê.”
Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ebrû Akkal li ser serlêdana ku di 27’ê Tîrmehê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin ji ANF’re axivî..
Têkildarî argumanên bingehîn ên serlêdanê Ebrû Akkal got:
“Serlêdanek li ser bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Komîteya Wezîran a ji bo agahdarkirinê ye.”
Ebrû Akkal Tirkiye biryarên DMME pêk neyne û wiha anî ziman:
“Ji argumanên me yên bingehîn destpêkê bicihneanîna biryarên DMME’yê û kêfiyeta li ser mijara berdana bi şert û ‘mafê hêviyê’ bû.
Tirkiye berevajî biryara Komîteya Wezîran û biryara DMME’yê guhertinên bingehîn nekir.”
Ebrû Akkal: Bicihanîna mafê hêviyê dispêre erka efûyê ya serokkomar
Parêzer Ebrû Akkal destnîşan kir ku ‘Mafê Heviyê’ li Tirkiyê heye lê nayê pêk anîn û got:
“Li Tirkiyeyê mafê hêviyê heye, berdana bi şert bi cih tê anîn’ jî ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê şênberî ve rastiyê nîşan nade.
Bicihanîna mafê hêviyê dispêre erka efûyê ya Serokkomar. Ev erk di dema nêz de ji bo generalên 28’ê Sibatê û endamên Hîzbûllahê hate bicihanîn.”
Ebrû Akkal: Di rûniştina meha Îlonê de bê guman wê pozîsyona Tirkiyê bê nirxandin
Parêzer Ebrû Akkal anî ziman ku Komîteya Wezîran wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Ocalan û Kaytan, Gurban, Boltan bixe rojeva xwe, ev yek gelekî girîng e û wiha pê de çû:
“Beriya niha bi demeke nêz di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de jî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan yekser kete rojevê ku ji rayedarên Tirk yekser hate pirsîn.
Li gorî me, divê prosedura heyî bi cih bê anîn. Bêguman wê pozîsyona Tirkiyeyê bê nirxandin.”
Ebrû Akkal: Di rûniştandina Îlonê de bendewariyê me heye ku guhertin çêbibe
Ji bo pirsa ‘Gelo Komîteya Wezîran li hemberî Tirkiyeyê dikare biryareke çawa werbigire?’ Ebrû Akkal got:
“Biryarên cuda yên DMME’yê hene ku bi cih nayên anîn. Divê bê kontrolkirin bê ev biryar bi cih bê anîn an na.
Bendewariyeke me ya din jî ew e ku di rûniştina Îlonê de li ser pêkneanîna guhertinên bingehîn Komîteya Wezîran biryarên navberê werbigire.”



