Ji neteweya Çerkes Semîr Hebat anî ziman ku bi hatina meclîsa leşkerî ya Minbicê re gelek veguhertin çêbûn û dawî li tarîtiyê hat û got: “Bi rizgarkirina Minbicê re Çerkesî vegeriyan weke berê û zimanê xwe û heta edetên xwe dîsa pêk anîn.
Bi saya Rêveberiya Xweser em çerkes li çanda xwe vegeriyan.”
Ji neteweya Çerkes Semir Hebat têkildarî berxwedaniya gelê Çerkes ya li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê û piştî rizgarkirina bajarê Minbicê û guhertinên ku di nava netewa Çerkes de pêk hatî, axivî.
Semîr Hebat têkildarî koça Çerkesiyan a ji Rûsya û ber bi herêmên din ve û rewşa wan a di dema DAÎŞ’ê de, wiha got:
“Piştî koçkirina Çerkesiyan me berê xwe da bajarê Minbicê.
Nêzî 130 salî bû, dema ku Çerkesî gihîştin bajarê Minbicê, wê demê bajarê Minbicê weke bajarekî xerabe dihat dîtin.
Lê bi destê hemû netewan jinûve avakirina Minbicê hatibû destpêkirin.”
Semir Hebat: Bi hatina Meclîsa Minbicê ya leşkerî, her tişt veguherî rojeke nû
Hebat diyar kir ku bi hatina çeteyên DAÎŞ’ê gelê Çerkesî bi hemû rêbazan, xwe dûrî vê terora tarî xist û got:
“Bi hatina çeteyên DAÎŞ’ê re hemû tişt li ser Çerkesan hatibûn qedexekirin.
Piştî rizgarkirina Minbicê gelek guhertin hatin kirin.
Bi hatina Meclîsa Minbicê ya Leşkerî, her tişt veguherî rojeke nû.”
Semir Hebat: Dewleta Tirk dixwaze tevahî netewan di vir de tune bike
Semîr Hebat anî ziman ku Rêveberiya Xweser ew li çanda xwe vegeriyan û wiha bi dawî kir:
“Bi rizgarkirina Minbicê re Çerkesî vegeriyan weke berê û zimanê xwe û heta edetên xwe dîsa pêk anîn.
Tu ferq di navbera me de tune. Dema ku dewleta Tirk êrîş dike hemû netewan dike armanc,
dema ava Firatê qut dike, ne tenê li ser netewekê di heman demê de li ser hemû netewan qut dike, dixwaze tevahî netewan di vir de tune bike.”



